Changiz Sigarchi

Estêre

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
327
Şew ne bû neşkê dilim, negrêm be derd û janewe
Her le estêrem rwanî û yek be yek kûjanewe
Min legel firmêskî geş hatim pejarem helwerand
Bû be rîhaney reş û bom hate nêw guldanewe
xwênî dil bonî xubarî rêy xerîbî lê dehat
Çeşnî asik çunke wêl bû bew der û deştanewe
Rojgarêke ke min her çawerwanî to dekem
Xoş nîye bimirim le rêt, bew çawî çawerwanewe
Dil beweş razî debû yek ahî germî têgerî
Hate ser lêw, geyîye ah, roy be dem ziryanewe
Pê bilên bê, şarî şî’irim pir le şêwey şîrine
Çî deka Ferhad axir, bew kej û kêwanewe

Honrawe: Nasir Hîsamî