Changiz Sigarchi

Malawayî

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
304
Giyane mewda keme aso sûre
Bîr nebûrêtewe rêman dûre
Wextê lêlawî leber çaw birewê
Xêlî şew koçere, roj derdekewê
Behomêdim ke be rojî roşin
Tîşkî azadî xeman dapoşin
Aşkira rû be gul û gulzaran
Bêmewe û bême des û rûy yaran
Ey mukiryan be xudat despêrim
Yadgar wergire eşkî swêrim
Bê minîş xoş be mekoy bîrewerîm
To be cê hêştine hoy kwêrewerîm

Honrawe: hejar mukiryanî