Changiz Sigarchi

Werewe

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
334
Momêkî tirî temenim dagîrsan û her dyar nebûy
Ta lêm bipirsî: bo wa matî
Ne ba hewalî toy pê bû
Ne legel barana hatî
Wek koçerî dewar be kol
Her germyan û kwêstan ekem
Ay le xemî bê wilatî
Wek koçerî dewar be kol
Her germyan û kwêstan ekem
Ay le xemî bê wilatî

De werewe
De werewe xo ta êsta seferêkim nehate ber
Koçekey berew jûr nebê
Bimtiwanyaye
Bimtiwanyaye rêgakanim epêçawe
Her bo ewey
Mawey nêwanman dûr nebê
De werewe
De werewe ba ewende bê to nebim
Ke to win bî
Minîş winim, namo debim
Ger emcare wîstit biroy
Wîstit be tenha cêm bihêlî
Bimkuje
Bimkuje ewsa cêm bêle
Ba ziryanîş
Laşem legel xoy rapêçê
Bilêy ewsal gwê bideme
Serma û baran û rehêle

Honrawe: fereydun ’ebdul berzincî