Changiz Sigarchi

Pîre Helo

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
590
Helo her berze

Payîze dar û dewen reng zerde
Ba tez û serde be toz û gerde
Dyare lay şexteye naxoş xewerê
Dare xoy dernê xezel heldewerê
Hewre reşpoş û be girye û nale
Seretay şîwenî mergî sale
Be gijey serdî henasey kej û ko
Jînî xoy hatewe bîr pîre helo:
Daxekem bo gur û tînî cwanîm
Ew demey çon û çi bûm, bo wa nîym?
Hêz û somay nîye bal û çawim
Mamewe girdenşîn bê rawim
Dûre goşt por û kewm, werdekewm
Goşte nêçîrê meger bête xewm
Pîrîye payîzî werzî jyane
Wirde hengawî berew gornane
Wa heloy mirdine rawî kirdim
Rawbetalî mine haka mirdim!
Mirdinîş hênde ne sûke û sana
Serî lê gêje hezaran zana
Çim beser dê ke nemam û mirdim
Perî ber bayek û xolî wirdim
Gyan berew kwê defrê rûn nîye bom
To bilêy biçêtewe lay bawe helom?
To bilêy rawê hebê lew berze?
Paş hemû çermeserey em ’erze
Daxim ew raze lebin serpoşe
Seferî nabeledîy naxoşe
Dil û dîdem ke be dinya fêre
Çendî pêm bikirê demênim lêre
Jîn gelê şîrne fîzî nawê
Bo mebest ser denewênim tawê
Çarî em derde le lay qalawe
Gerçî zor pîre be lawî mawe
Deçme lay û bewe çim lê naye
Reşîye û awî jyanî laye
Ser newî day le şeqey şabalan
Hate wêraneyekî cê malan
Bû be mîwanî qelêkî rûreş
Çepel û rijd û le merdî bêbeş
Qel qirî: lêm meye pêş zordarî
Xwa şukur zor be keneftî dyarî
Zûbe çît lêm gereke pêm bêje
Dûr le min bigre leşim be nwêje
Witî ey lale qeley her lawim
Pîrim û zor le merg tirsawim
Heme pirsêk û debê bimbûrî
Hoy çîye to ke le mirdin dûrî?
Wek delên êwe be çil sal barn
Tûşî tûş nayen û kosp û barn
Rêyekim pê bilê bo hermanim
Toy le lat dest dekewê dermanim
Swênd exom paşan heta bişmênim
Her kewê rawî bikem bot dênim
Qel gutî: hozî helo zor xawin
Seyre lam çone ke xawen nawin
Bab û kalit be nezanî mirdin
Bîrî serberzîye way lê kirdin
Her kesê berzefre zû demrê
Bay bilindayî ser û dil degrê
Malî êwe ke le lûtkey kêwe
Lay cin û dêwe belay zor pêwe
Xwênepor porgî dexate xwênê
Goşt kewî taze giriftî dênê
Ciger û sî û dilî mamir jehre
Ta weha bî teqelat bê behre
Detewê zor bijî, xoş rabwêrî
Xo le pendim gereke nebwêrî
Were wek ême bijî nizim û newî
Şew leser gendele darêk dexewî
Xwardinî başî ke to netdîwe
Goşte bargînî genî û topîwe
Kirdinî çîne le peyn û şyake
Taw û tînî leşe bo dil çake
Pendî bapîre be mîrat mawe
Xwênî zamî kere somay çawe
Giftî min gewhere bot helrêjim
Taqe dû rêt lebere, pêt bêjim
Yan lenaw bogen û nizmayî jyan
Yan be serberzîyewe bispêre gyan
Raçenî lem witeye pîre helo
Hate berçawî gelê kend û kilo
Kewte naw gêjî xeyalat û xeman
Man eger wa bê çi şirîne neman
Witî: pîroz bê le xot em jîne
Cejnî to bo me şepor û şîne
Kê be serberzî jyabê tawê
Jînî qalawî be pûlêk nawê
Çawerêy merge gyan ba bîba
Per û balim le çya ba bîba
Be heloyî ke le jîn bêbeş bim
Nek hezar sale qelî rûreş bim
Bo şitêk êste le xo bêzarim
Min helo boçî be to be karim?
Merd eger karî be namerdane
Derdî serbarî hemû derdane
Kewte xo day le şeqey bal dîsa
Agirêkî le derûn dayîsa
Rastexo bo serû her bo serçû
Herdî cêhêşt û le hewran derçû
Qel hezar salî jya bew terze
Sernewî û hêşte helo her berze

Honrawe: hejar mukiryanî