Her be hîway rojî rizgarît ejîm û rûne lêm
Ta be destî xom nenêjim dujminî to namirim
Min de rêy serbestî toda bo hemû pîlanî reş
Dilnya be her kure pêşmergekey naw sengerm
Ew kurey hêzim le şîrî toweye û rojî hera
Cêy lenaw cerg û henawî dujminit da xencerim
Nabezim her wek belênim dawe yan rizgarîy to
Yan hemû ew şîw û dolet pir deka xwên û term
Ger le rêy rizgarî to ladem bizane kafirim
Xom be şanazî belagerdanî serberzît dekem
Ser le ser şanim wekû barêke kelkî çî heye?
Ger le rêy toda neçî ew bare qet helnagirim
Honrawe: hêdî