Homar Noryawi

Ta Gulim Bo Dê Le Xizmet Towe

By: Homar Noryawi
Dialect: Sorani
287
Be kwêrî da’enîşim rû le derga
Dergayekî kirawe beser elqerêzî jengigirtûy sale daxrawekana
Pişt le wêney gencêtîy xom beqed dîware xolemêşîyekewe
Fizzem le dem nayete der
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Xom be xeyalêkewe serqal kirduwe
Kes be pûlê naykirê
Xûm be şitêkewe girtuwe
Kalfamîy nebê hîçî tirî lê şîn nabê
Dest lew awrîşmî xeyal û xuweş helnagirim
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Her bo dilnewayî newres elêm derya cwane
Bo kat lepêkirdin
Pyasey nêw daristan ekem
Be galtecarîyewe le direwşanewey estêre edwêm
Belam her be rastîy çawim beser temewe ebleq ebê
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Xemgîne yan na ew goranîye
Çi karim pêy nîye
Embate ser kwê em raste şeqame kêşe nîye
Le her şwênê bê la edem
Giring eweye le cêyek çawerê bim
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Teklîfî baran naşkênim
Be rohêkî tenkewe eçme nawerastî kolan û
Bedem gemekirdinewe xitûkey dilopekanî edem
Legel barînda be nazêkewe rawim enê
Ra ekem ter ter ra ekem
Nawestim çoreçor nawestim
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Gilopê le xom kiztir da’egîrsênim
Kitêbê le xom melûltir egirim be destewe
Kursîyek le xom mandûtir ra’ekêşim
Wek qutabî temmel xom exaflênim
Wek bazirganî mayepûç dalxe lê’edem
Wek serbazî dîl serkiz û zelîl dadenîşim
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Sûk û asan tarmayî sewzî xeyalê çekim eka û
Lojloj pişt ekeme dujmin
Leçawtirûkanêka
Le xwêna exûsêmewe û
Her awrêkîş nademewe
Bedem çawerwanîyekî lêlewe beçoka dêm
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Em sipêde nûranîye be ’etrî pijawî ser sîngîyewe
Legel xoy embatewe
Ser sifrey bonxoşî yekem beyanîy cejin
Ew demeş wek mindal xîşim kirduwe û
Le sûçêkda girmole bûm
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Eçme balkone lêw tezîwe qij tereke
Lewêwe şeqamêkî xewtû
Ta ewserî kalbûnewe le gilênemewe ser eka
Cudan; emşew hemû şitekan
Wek şêtbûnî min cudan
Pêkekem leser lêwarî dalxeyek da’enêm û
Wirte wirit goranî elêm
Ta gulim bo dê le xizmet towe

Jêder: le her zamê xwênêk/ koberhemî berzan hestyar/ dezgay pexşî zincîre kitêbî govarî gulan/ hewlêr çapî yekem/ salî 2022