Jalal Said

Boçî Degrî

By: Jalal Said
Dialect: Sorani
329
Boçî degrî denalênî be qewlî peymanşikênî
Şerte neşkênim peymanim eger to dilim neşkênî

Boçî wat kird çawkejalim dilit derhênam le rîşe
Karêkî wa bike bitbînim jînim bote xem hemîşe

Ew kwêstaney deybînî çend be nale û hewraze
Qaspey kew, dengî bulbul nexmey şehên û baze
Xoşe biroy bo seyran legel bê ew çawbaze

Nêwan mangî behare feslêkî zor dilgîre
Le harey awheldêryan kwêstanî ser sinûre
Qaqay kîje hewlêryan ca le nêw gulalesûre

Boçî degrî denalênî be qewlî peymanişkênî
Şerte neşkênim peymanim eger to dilim neşkênî