Burhan Majid

Le Çawî Pir Le Nazit

By: Burhan Majid
Dialect: Sorani
221
Le çawî pir le nazit wa dyare
Eşêwênê ’ezîzim em dyare

Le sê werzî jyana bê beşim min
Bulbul asa tenya werzim behare
Be azar û perêşan û hezînim
Temaşay rengî zerdim ken dyare
Dyarî nadyarim bo dyarit
Kip û bêdenge be wêney muxare
Le çawî pir le nazit wa dyare
Eşêwênê ’ezîzim em dyare

Be pêçî pir le pêçî pirçî lûlit
Hezaran dil dirawe le sêdare
Xwaye bikey ew şoxe dûr bê
Le çawî bed le diltengî û pejare
Were razî eger xawen belênî
Bequrbanî nebî jînit xesare
Le çawî pir le nazit wa dyare
Eşêwênê ’ezîzim em dyare

Honrawe: razî