Muhammad Mamle

Hate Xwar Ba Bête Xwar

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
235
Erê ba bête xwar bête xwar hate xwarê le darê
Dinyam lê buwe be zirêbar hey leber şedelarê

Erê ’emir û çawekem yare zêrî hejde ’eyare
Ca gelî dost û biraderan tegbîr biken lew kare
Babî zîndanî kirduwe dewrey sîmî xardare
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê hemînê
Baskim webin serî de bilê naskole û nazenînê

Erê handehandî beyanan gyane dost û dujmin zahîr bûn
Ca be sozey bay payîzan mumkoley kîjan xir bûn
Hemû ’aşiq pêk şadin bo mine melbendî nebûn
Cêy cêjwan û şewrawê le minî malwêran çol bûn
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê le lendî
Baskim webin serî de dena kabanê dewlemendî

Erê kewtûme behrî gyane rêye hat û nehatê
Malebabim lêw’alê dûrî dengim natgatê
Maçêk bo rojî cêjin ca be cejnane demdatê
Erê ba bête xwarê û bête xwar hate xwarê le darê
Dinyam lê buwe be zirêbar ay leber şedelarê