Ay şêtan şêt debûn deçne hewraman
Xo min şêtî tom azîzekem destî minit daman
Yaxuda sed şukir kesim hay çend bilînd îqbalim
Çunkû leyla buwe be hawsêy malim
Dinyay fanî baş karwansera reng
Nîmêk we dilşad azîzekem nîmêk we dilteng
Rawkerî bedxo azîzekem xwênrêj û xwênxor
Bo rezay xuday azîzekem besye zulim û zor
Bo min le cumley azîzekem ’ebdî xuda nîm
Se’atêg le dest her dû dîdem mêhnet reha nîm
Se’atêg le dest azîzekem xemêk reha nîm
Xembarit kirdûm azîzekem zor bê’endaze
Beqat pê nakem her dû dîdem kîj bê mecaze
Beqat pê nakem azîzekem kîj bê mecaze