Abbas Kamandi

Askî Sûk

By: Abbas Kamandi
Album: Netorî
Dialect: Sorani
286
Ey askî sûkî le sêber silker
O heway berzî êlaxan leser
Ey ’enberîn xal sosenî kilaf
Ey rûnakayî reşmalanî caf

Çinûr le baxan wenewşe le çem
Bûn be gulistan yekyan girt sercem
Çinûr bo wa zulifit lûl û peşêwe
Wenewşe milkeç xalî ser lêwe

Şewan şew nale rojan rorome
Yekcar pejarey dûrîyekey tome
We roj egerim we her halê hes
We şew pejaret ber nadem le des

We dû dîdey mes aşûbengîzit
We berzî qamet qyametxîzit
Şertim ew şerten legel to kerden
Xelasîm nîye ta we rûy merden

Elbumî netorî 2000