Hengezerde ebrê rêy dûr
Bo bînînî gulaley sûr
Ta negerê mêrgî behar
Dem nanête naw demî yar!
Çon be pêy xoy dê gulî geş
Bo lay şwanî kepenkireş?
Nek gulêk û nek syan û çwar
Çen le dêda hebê nazdar?!
Le naw dêwe pol pol nazdar
Eşêln sewzegyay behar
Bo lay şwanî şimşal pir coş
Hey bextî baş! jyanî xoş!
Her le dêwe heta naw ran
Be lence dên şîrdoşî cwan
Hel’epern bo şimşaljen
Hey bextî baş! jyanî şad!
Honrawe: goran