Muhammad Mamle Muhammad Nahid

Car Care Dîdem Zara

By: Muhammad Mamle and Muhammad Nahid
Dialect: Sorani
250
Derdim hey awêtey derdî ferhadin
Minîş wek ferhad kesim hay rencim we badin
Ay nazdarey gyan
Xalq hey min tom hes bêkes to kêt hes?
Ta firyad ekem kesim hay be firyadim res
Ay nazdarey gyan
Sed car hay be qur’an be mestî çawe
Be kosey hecîc kesim hay nembirduwe nawe
Ay nazdarey gyan

Ewe behêy hatewe şekire be nebatewe
Emanetît lêw’al bê daykî bê deybatewe
Emcare emcare dîdem zara bîlengêne
Seyzadey gwê be gware bîlengêne

Erê sererê degirim cwanê ehwal depirsim
Erê le kemmeylîyeket cwanê kemêk detirsim
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware

Leser pirdî myandiwawê desrem lê kewte awê
Be qurbanî balat bim ew narincem bo bawê
Emcare emcare dîdem zara bîlengêne
Emcare bîlengêne bîlengêne

Cûtê gwaret bo dekirim ca le ’alemda menşûr bê
Kelebabey mirwarîd ca perengey zêrî sûr bê
Ca ba lêw’al le gwêy ka hey mukiryan xapûr bê
Car care dîdem zara bem êware şedey lare
Girûy lê girtûm zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware

Ewe behêy hatewe şekire be nebatewe
Emanetît lêw’al bê daykî dê deybatewe
Emcare emcare gwê be gware bîlengêne
Emcare dîdem zara bîlengêne