Qurbanit bim şinebay şewê
Xew bê le çawim nakewê
Erê wey dil mecnûne leylay dewê
Er wey lence û hawar lenceye
Ca lencet be serî penceye
Xozgem bê be dwênê parşêwê
Ca wêkra nûstibûyn be çarşêwê
Lêkyan kirdîn malyan şêwê
Ey wey lence û hawar lenceye
Ca lencet be serî penceye
Erê wey xizim û eqrebam bo bang ken
Ca temaşay xalî leylê ken
Erê wey kuştûmî xwênim win meken
Ey wey lence û hawar be malim
Întîzarî çawî kalim
Erê wey cwabêk berin bo xizmanim
Ca awrêk berbuwete xermanim
Erê wey lêm zîze gewherî cwanim
Ey wey lence û hawar lenceye
Ey lencet be serî penceye
Erê wey *??? memken be bêgane
Ca bo zulifit dêm debme şane
Erê wey le gerdinit cwane zengyane
Ey wey lence û hawar lenceye
Ca lencet be serî penceye
Bew qur’aney mela xale
Çawreşêkim dî lew male
Dekujê pîrî hezar sale
Ey wey lence û hawar lenceye
Ke îştyam le emcor arpeye*???
Erê wey dîsan şew hat bo halî min
Ca lew diley pir xeyalî min
Gerek nanwê le naley min
Ey wey lence û hawar lenceye
Ca îştyaw le awco û arpeye
Erê wey çawit estêrey subhîdem
Hey menşûre le kurd û ’ecem
Erê wey razîm be lutfî zor û kem
Erê wey lence û hawar lenceye
Ca emcar le awco û arpeye
Heta kiç bûy ’înwanit bû
Ca degel şahan dîwanit bû
Sedî wek min heyranit bû
Ey wey lence û hawar lenceye
Ca...
Erê wey şew geyşte halî caran
Bom bilên be şay wefadaran
Erê wey zû bête ser derdedaran
Erê wey lence û hawar lenceye
Ca îştyam le awî arpeye
Erê wey xizim û eqrebam bo bang ken
Ca timaşay xalî leylê ken
*???= ew beşaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.