Hisen Ali

Balagerdanî Çawit Bim

By: Hisen Ali
Dialect: Sorani
488
Balagerdanî çawit bim wek estêrey gelawêje
Demê ’îsa, demê luqman, demê seffakî xwênrêje
Be ewwel tîrî dalerzîm ke min xafil bûm nemzanî
Ke min êstake hoşyarim sa denkê tir bihawêje
Balagerdanî çawit bim wek estêrey gelawêje
Demê ’îsa, demê luqman, demê seffakî xwênrêje

Leber êş û birînî dil dekem giryanî bê hasil
Be şêtim naw deba xelkî zemanê pêm elên gêje
Balagerdanî çawit bim wek estêrey gelawêje
Demê ’îsa, demê luqman, demê seffakî xwênrêje

Teqeddum balay ’er’erit hemîşe ta rû ta dil bê
Were gyane beser dîdem çunke ber’awe bînêje