Noori Garmiyani

Mangeşew

By: Noori Garmiyani
Dialect: Sorani
207
Mangeşewe mangeşew
Ew rû û ew rûmete
Xuda le minî nestênî
Cwane ew xal û xete
Hey cwanî gelê cwanî
Ewey min delêm ewî
Dayme bedestew du’am
Eger tom bedes kewê

To rûnakî mangeşewî
Pêm bilê dey nazî newî*???
Hênd cwanî gelê cwanî
Ewey min delêm ewî
Dayme bedestew du’am
Tenya tom bedes kewê
Perdey reşî rût lade
Ba mang derçê lih temê
Dem binême nêw dem û
Lêt bigirim cûtê hermê

Sed maşella le cwanît
Le qed û balay rêkit
Lih dû çawî xumarit
Le bejin û balay şîkit
Bo kwê biroy dême dût
Dil be towe nûsawe
Parçe parçey key rohim
Derbênî, seyrî key
Bes nawî to nûsrawe...

Rûnakî mangeşew û
Gizîngî dem beyanî
Sed maşella le cwanît
Sertopî kurdistanî
Tenya toy çiray dilim
Aramî êş û janî
Sîngit meydanî romye
Min lêy degirim meydanî...

Bot dêm be meylî germ
Seyrim ke û ser helbire
Be cwanîyeket sûtawim
Derûnim pir lih gire
Kuştey bejin û balatim
Şox û şeng û qeşengî
Amadem leser balat
Bîkem şere tifengî
Bikem şere tifengî...

*???= ew wişeyeman bo rûn nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî 'raportî hele' bomanî binûsin.