Najmadin Ghulami

Min û To

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
1233
Min û to wek xure û hajey rûbarîn
Şiney pakî şemalî gwê kenarîn
Le her cêyek ewîn reşmalî helda
Lewê sergermî cêjwanî beharîn

Min û to lem hewarî serzemîne
Meramman çêj û sermestî ewîne
Ewînîş ger be soz pêwane bikirê
Be qed mewday hemû ’alem berîne

Ke ême wek giznigî xoretaw bîn
Berew aso legel yek têkelaw bîn
Be ser karwanî kazîwey şebenga
Îtir boçî meyl perş û bilaw bîn