Najmadin Ghulami

Ferencî Poş

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
826
Ferencî poş kelpos le kol
Bo to gerawim dol be dol
Herdawerdim kird deşt û ko
Name jêr pê geram bo to
Le daristan le kanî û aw
Le gişt la tom hate ber çaw
Girtim şwênî hengaweket
Pirsîm soraxî çaweket

Pirsîm le gul le xunçe gul
Gij û giya, mêxek û simil
Sêlan û swêsne û çinûr
Le gule şîlanî zerd û sûr
Girtim soraxî bonî to
Şeyda bûm kewtime şwênî to

Gerçî nemdî dil her kwê çû
Dîmenî toy le ber çaw bû
Deştî Saral û Xur Xure
Le nawî pîrozit pire
Çem Şar sne ta Jawero
Gişt be daxin bo koçî to

Bê weqrem lêm bira aram
Bîstim to nemawî belam
Çunku rêgat rê xebat bû
Serberzî bû bo necat bû
Debê bizan bê lerêwan
Berz bin wekû lutkey kêwan
Kêwanî Kurdistanekem
Cêgey to kake ciwanekem

To nemridûy le naw dilmî
Xwênî henawî be kulmî
Le demarma dêyit û deroy
Hêzî dil û giyanim etoy
Hetakû hem bem dinyawe
Yadeket rûnakî çawe
Amancit amancme Aram
Rêgat rêgame dilniyam