Najmadin Ghulami

Ewa Dîsan Heray Cenge

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
557
Ewa dîsan heray cenge û Kurdistanim rû le xwêne
dîsan xwêne û diley siruşt diley mexluq rû le şîne
aman qeder çawim nezrî,
Nîştiman bê û gulêk nemrê
serim nezrî azadî bê û
Dilêk lewê, daneçlekê

Desa kurgel, aşqegelî
Kej û zenwêr wiretan bê
Êwe şaxî wire û helwîst
Şuray berzî wiretan bê
ba dûbare gewaley xwên
Herdey jiyan negrête kol
gerdelulê le zulm û zor
Çawî dilman negrête xol

ba dûbare qirşî sehra
Masîye dêman Enfal neka
leber dêya luley tifeng
Dwayin guley betal neka
rêge neden herêmî gul
Be herêmî xwênaw berin
qaspe û dengî rojnamekan
Be telanî sutaw berin

rêge neden erxewanî
Xewnî şehîd, terze bîba
asudegî însanekan,
Carêkî tir, guman bîba
desim damên wexokewin,
Ba hîç marê netangezê!
«her hemûman legeltanîn
Wiretan hîç danebezê!»