Najmadin Ghulami

Xerîbîtan Ekem Yaran

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
440
Her hemûtan le bîrimdan, xakelêwen guln bo min
Her hemûtan hajey xwênin yeke yeke diln bo min
Be qed pelk û gelay daran xerîbîtan ekem yaran
Be qed xak û kûçey şaran xerîbîtan ekem yaran

Sipîdan zû, êwaran dên derwanne geranewem
Be lêwî wek xwên û şekir dêne ser rêy serdanewem
Be qed pelk û gelay daran xerîbîtan ekem yaran
Be qed xak û kûçey şaran xerîbîtan ekem yaran

Ke hatmewe le min baxçey pir balindey şê’ir û cwanî
Le êweyş her ezîzanim, sêberê le tase û cwanî
Be qed pelk û gelay daran xerîbîtan ekem yaran
Be qed xak û kûçey şaran xerîbîtan ekem yaran

Ke hatmewe be mêxek û bonî wilat bonxoşim ken
Wek tazeyar, oxey yaran, be ewîntan serxoşim ken
Be qed pelk û gelay daran xerîbîtan ekem yaran
Be qed xak û kûçey şaran xerîbîtan ekem yaran
Honrawe: îsmaîl xurmalî