
Erê ey be zulf û ruxsar senemî çîn mahî tabim
Demeke û xendeke û nîgahit nemek û mezey şerabim
Min leber nîgahit bimirim, to serî xemzekey celabim
Bilê pêm gulekey beharî le to ta be key cuda bim?
Werewe, be şertî caran, rojî sed carit fîda bim
Le wêraney dilî şêwawim şîn û waweylaye û roro
Awrêk berbote henawim dête der le henasem boso
Bûm be efsaney wilatan: şar be şar, mal be mal, ko be ko
Xalî çawit, goşey ebro, dû dînyan kirdim leser to
Yan bimke pîrî meyxane, ya murîdî xaneqat bim
Rûhekem rûy xot binwêne, ta be key kuştey nazit bim?
Demeket be tekellum bêne, ta nemirdûm hemrazit bim
Carêk be kerem bimdiwêne be fiday deng û awazit bim
Meylî ebroy to qed nanêm xemzedey çawekey bazit bim
Min ke hat û qîblem gorî, ya xwa kafir bê celabim!
’aşiqî wa debê, be hemû dem çaw pir aw, dil pir aw û mehzûn
Pêy heway bişkê, pêy nemênê xeyrî hû le derûn û bîrûn
Xakî rêy dilberî lêrane surmeye bo çawî pirxûn
Segekey rêbazî leylê were ser dû çawî mecnûn
Dunyam ew roje lê rûne xakî berpêy aşna bim