Muhammad Mamle

Gulekem Delên Ewa Dê

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
571
Gulekem delên ewa dê hemû wextê çaweçawim
Ey xuda to bilêy weha bê bêtewe rûnakî çawim
Sebebî zulfî şêwawe husnî rû mededî pê dawe
Min ke wa rojim bote şew ke be rojî reş damawim
Ta bizanin to gulzarî rusteyî serî cobarî
Bexende hatî bexêr bêy qedemit ser herdû çawim
Xwênî min be gerdinî zulfit be îşarey çawekanit
Min eger şikawe piştim min eger cigerbirawim
Ey şemal, ey şîfay nesaxan were to bê û xalî rûy yar
Be gul û wenewşey baxan bgeyêne dua û slawim
Heqe ke wekû “Wefayî” şêt û şeyda û sewdayî
Melekan xoyan nîşan dam perîyan destyan lê dawim