Muhammad Mamle

Yadî Bexêr

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
585
Ew guley meşhûrî gişt alem bû kwa yadî bexêr
Meylî wî dermanî derdî min bû kwa yadî bexêr
Çon debê fikrit nebê tîrit le cergim karîye
Ew demey bûme nîşaney tîrî to, yadî bexêr
Bay şemal bîde be dest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dlekey zamdarim

Min ke seydî tîrî seyadim nema, seyadî min
Ew demey tîrit le cergî min deda, yadî bexêr
Ew ke deyfermû wefadarim be şertî aşiqî
Çon le yadim çê kelam bû xendekey, yadî bexêr
Bay şemal bîde bedest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dilekey zamdarim
Ger be xemzey çawî mestî wek melî şîrîn kelam
Merhemî cergî minî diyarî dekird yadî bexêr
Çon bijîm bê to gulim ewro le gulzara nebê
Giştî hebsî zîndane bê to û xemzeket yadî bexêr
Bay şemal bîde bedest ew dulbere hawarim
Melhemêkim bo binêrê bo dilekey zamdarim