Hassan Zirak

Çarokesûr Tobe Bê

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Kirmaşan
Dialect: Sorani
477
Ey çarokesûr tobe bê kolwanesûr gyan tobe
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr gyan tobe
Min ew yarem xoş dewê bom bête tawle û hobe

Hey bewey badî hewaye zulfî hewda hewdaye
Cûtêk çawî beleke û şewê le jwanim naye
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Ew yarem min xoş dewê fêrî tawle û hobe bê

Ca boyem wa lê torawe û pêm gut zulifit jakawe
Boye le min torawe û pêm gut zulifit jakawe
Swêndî xward bewellaye her xot destit lê dawe
Çarokesûr gyan tobe kolwanesûr gyan tobe
Min ew yarem xoş dewêt bom bête tawle û hobe

Singî textî mermere zulfî marî le şere
Awrî le min berdawe zor cwan û lêwî tere
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr gyan tobe
Min ew yarem xoş dewêt bom bête tawle û hobe

Hey malê babim kalê kezyet bendî reşmalê
To biço babit razî bike û daykit bo min hîç nalê
Pêm ’eybe û pêm îrade lebot bikem malewmalê
Çarokesûr tobe bêt kolwanesûr gyan tobe
Çarokesûr gyan tobe kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewêt fêrî tawle û hobe bê

Bejnî darheyzerane sîngî befrî kelîxane
Pêm gut awêzanit bim be dizî û be mehremane
Çarokesûr tobe bêt kolwanesûr gyan tobe
Min ew yarem xoş dewêt bom bête tawle û hobe