Sêw pêgeyşit nehatî gyane ke lîmot zerd bûn were
Nexoş kewtim nehatî gulekem wadey gyan kêşan were
Behar mangî nîsane gyane çunkê we’dey gulane
Bonî gul û gulxunçe gyane çirîkey bulbulane
Malman ember ewbere bimirim/ gyane kê minî kuşt ew dulbere
Be dem cinêwim dedatê xanim be çaw pêm delê were
Cergim hemûy let lete bimirim birîndarî xencere
Sêw pêgeyşit nehatî gyane ke lîmot cwanin xanim
Ruhmî xêrit bê mirdim were naskê derdit le gyanim
Hey le min û way le kê gyane leber lencey melekê
Melek wek mangî çarde bimirim kiley le çawan detkê
Leber xofî xudam nebê esmer be guleket dekem etkê