Najmadin Ghulami

Arezûy Bînînî Tom Kird

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
562
Arezûy bînînî tom kird
Dil le pirda kewte hal
Hestî kird ciwanî behar û
Hate gwêm nexmey şemal
Bû be kilpe toy derûn
Û yadgarî sal be sal
Hate berçawim nigarî
Pirçî kal û lêwî al

Ey firîştey sîhrî xwayî
Wêne şîrîn, şêwe zar
Giyanekem dîsan be towe
Kewtme gêjawî xeyal
Bejin û balat, kertî endamit
Le vînos senduwe
Rewt û piyaset rewtî lencey
Aske yakû kewe

Pêkenînit sîhrî rûte
Hoş û dilmî birduwe
Xwa yeke, ew cûte lêwey
Bo mijîn, al kirduwe!
Nawit nahênim perî nasik le tirsana, newa
Pêm bilêy dildarekem bê
Bêşerme, çen bê abruwe!