Najmadin Ghulami

Gule Gezîze

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
439
Gule gezîze qij zerdî lapal
Nerim radejê bawanim be dem bay şemal
Le des em jîne, derde dilyetî
Firmêskî alî, bawanim le ser çilyetî
Çiqlî asinîn, biskî rinîwe
Ber le pişkûtin, bawanim xunçey werîwe
Elê lew sawe mujdem da behar
Le zaxa rwawe bawanim sîmêkî xardar
Ew liqey le nêw sîma rwawe
Be bonî barût bawanim sîs û jakawe
Ew liqey em dîw lew deryay nizar
Ciwanî ebexşê bawanim be bejnî behar
Le qedî şaxa gurey qelbez dê
Qaspe qaspî kew bawanim le naw rewez dê
Le gel gizîngî berî beyanî
Têkra epjênê bawanim cîlwey ciwanî
Rnûrî dundî kêw çor çor esrînî
Erjênê û egrî bawanim bo dwayî jînî
Bulbulî aşiq bestey dildarî
Bo gulî elê bawanim diyarî beharî