Najmadin Ghulami

Dilim Tenge

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
784
Dilim tenge wekû xunçey demî to
Serim gêje le gêjî perçemî to
Dil û giyan û jiyanim da be maçê
Witit pêk naye zorî min kemî to

Le çeşnî agirin kulmî geşî to
Le mar estemtirin pirçî reşî to
Bilêm wek çî deçê, her gul dezanim
Le gul nasiktire nasik leşî to

Le gwarey pirpereng dil pir perengim
Çemawî bejin û balay şox û şengim
Leser sîney sipî çawim sipî bû
Le tawî zerdelîmot zerde rengim

mêşî xalit nafirin bes baweşênî ke benaz
Çunke pabende be şehdî şekerî gonatewe

Kiş û mate cîhan le jwanî, denwê
Gelawêj bo me derwanê leser swê
Çirîkey bulbulêk dê wa dezanim
Çipey maçî min û toy hate ber gwê