Behar û Kurdewarî xem rewêne
Kej û lapal û nwaley dilrifêne
Be sirwe gul hemû xemlîwe emro
Beharî min etoy çawan helêne
Beharî ême dê û xunçe dexemlê
Berew deşt û çiya giştî derengê
Legel yarî be tasey dûre zêdim
Deçîne seyrî nwale û mêrg û pijwê
Ewe newroze xemlîwe kej û ko
Eto pêt waye min çonim bebê to
Xemînim lêw bebarim dilşikawim
Le naxî cerg û dil heldestê bosom
Wekû kwêstanî tem girtûy wilatim
Be şewgarî xeman damaw û matim
Belam nûrî humêdim her le dilda
Heta hem çawerwanî rojhelatim