Najmadin Ghulami

Daye Giyan Bigrî Leser Xakim

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
555
Daye giyan: bigrî leser xakim kewa şînim dewê
Zor bgiryê daye giyan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe

Damenîşe daye giyan bo hatinî min çawerê
Dilniya be, besyetî, bo dengî derga megre gwê
Daye giyan swêndim be firmêskî geş û êşî dilit
Daye giyan swêndim be cewr û meynetî bê hasilit

Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdûm xemî deskurtî û rengî zerdî gel
Min kurî Kurdî şehîdî rêy xebatim daye giyan
Kotirî xwênîn perî baxî wilatim daye giyan

Her wekû bêganeyê dil pir le nakamî û girê
Lem hemû deste nebû destê ke bê û distim girê
Min le şarî xom xerîb û bo hemû bêgane xom
Kotirî kujrawî rêgay lane xum, bê lane xom