Najmadin Ghulami

Nîgar

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
305
Nîgar seyrî ewîndaranî xoy kird û nebû bayî
Îtir kojanî rojanî hemûman hate kotayî
Serî sewday sema pê xist û samanî serî birdim
Gehê şêtî şewî şarim demê hî rojî awayî

Dehol û dûzele û zurna kip û bê neşe bûn sercem
Ke yar paşayî hat şayî xiroşa coşî tê zayî
Be şoley eşqî pirtawî weha şêwaw û sûtawim
Le cergim xwên debarêt û le çawim eşkî bê dwayî

Ke dilber pêkenî zû dil berî girt û witî yaran
Gelêkim xwên mija hîç kes be hîç nabê le xorayî
Merencê to brencî gencî rencî min be ba derwa
Debê çeşnî hetîw bigrîm le pal dîwarî tenyayî

Siruştî dûne gerdûn ger dilit rohim nelawênê
Gulî umrim dejakênê xem û azar û rarayî
Be bê eşq û ewînî to jiyan bê ferqe bo kurdo
Çi aw bêt û çi agir bê çi şîwen bêt û çi şayî