Çawekem, çawim be dayim întîzarî to deka
Şew be yadî dîdenit yadî gulî şewbo deka
Awirî îşqit derûnî wa seraser girtûwim
Dûdî ahim wa le ser çerxî brîn bon so deka
Dil le ber derdî fîraqî yar meylî mey deka
Giwêy le dengî saz û ûd û bezmî nay û ney deka
Serdemê mest û xumare, xadîmî meyxaneye
Katê tezbîhî le deste, sofîy heyhey deka
Rojî way her be keyf û pêkenîn û xendeye
Baze car Mecnûn dayim girye bo Leyla deka
Dil le bo mehbûbe êsta girye û zarî deka
Wa le her dû çawekanî xwên û aw carî deka
Zor be azare dilî zarim, leber hîcranî yar
Naheqe û aleme lew zare bêzarî deka
Qet melên yar bêwfaye wa be naheq deykujê
Bîkujê ya neykujê, “Safî” fîdakarî deka