Zakarya Abdula

Werewe

By: Zakarya Abdula
Album: Rojgar
Dialect: Sorani
276
Wekû derya şepol dedem
Be giryanim herasanim
Be çwardewrim gêjen exom
Çî beser hat dezgîranim, dezgîranim?
Wekû perî le kenarî xor’awa bû
Bebê bizey mal’awayî le destim derçuwe pêşû
Ew rojaney beyekwe perey gulman hel’ewerand
Ew sataney le lêwî yek maçî beharîman eçand
Werewe werewe derdî dil çare keyn
Derdî dil girane û ba îtir çarey keyn
Ba îtir nesûtêyn herdûkman takû heyn
Werewe le xerîbî werewe

Bigerêwe takû destî baxçe û behar lêre bigrîn
Bigerêwe le xerîbî ba çî dî bo yektir negrîn
Êsta êre wişke bo min wekû werzî gelawerîn
Êsta pêkî peşîmanî enoşim le daxî ewîn
Ew rojaney beyekwe perey gulman hel’ewerand
Ew sataney le lêwî yek maçî beharîman eçand
Werewe werewe derdî dil çare keyn
Derdî dil girane û ba îtir çarey keyn
Werewe werewe derdî dil çare keyn
Werewe le xerîbî werewe

Awaz: Zekerya
Honrawe: Şalaw