Muhammad Mamle

Her Kurdim

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
337
Be derbederî yan le malî xom
Le xakî ’ereb, le ’êran û rom
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Kok û poşte bim, rût û recal bim
Koşkim de qat bê, wêranemal bim
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Aza û rizgar bim şadan û xendan
Yan zincîr le mil le sûçî zîndan
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Sax bim cihêl bim bigirim gwêswanan
Yan zar û nizar le nexoşxanan
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Danîşim leser textî xunkarî
Yan le kolanan bikem hejarî
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Kurdim û le rêy kurd û kurdistan
Ser le pênawim gyan leser destan
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Be kurdî dejîm be kurdî demirim
Be kurdî deydem wilamî qebirim
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim

Be kurdî dîsan zîndû debmewe
Lew dinyayeş bo kurd tê heldeçmewe
Be boney towe ke min lew şare wêlim
Kwa dilim dêlê ke to becê bêlim
Honrawe: hejar