
Dil nexoşî derdî hîcre canî cananim were
Let lete cergî hûnawim mahî tabanim were
’îlletî derdî şîfakem wa be lêwî şekerit
Mayeyî jîn û heyat û derdî dermanim were
Rojî cejne çawekanim musmî azadîye
Bo belagerdanî balat qoçî qurbanim were
Lêy gerên ba bimkujê, şehîdî mujganî debim
Ey refîqanî terîqet derdî ’îşqim çare ken
Ya be carê bimkujin cergim be xencer pare ken
Sed hekîm hat û ’elacî em birîney qet nekird
To ’elacî zamekem ke zûbe luqmanim were
Ey refîqanî terîqet derdî ’îşqim çare ken
Ya be carê bimkujin cergim be xencer pare ken
Çawekem bo rûy fîraqit dil denalê çun rubab
Bew dû ebroy mîslî taqit bendî cergim bû kebab
Ger bizanît çend peşêwe halekem bo dîdenit
Sed ewendey zulfekanit dil perêşanim were