Jina Saqzi

Şerab

By: Jina Saqzi
Dialect: Sorani
178
Dayxen berûma dergey meyxane
Derdî dabran sext û girane
Be kul bo xom û rabirdûm giryam
Saqî û meyxaneş nehatne firyam
Saqî şerabit zor tifit û tale
Destî lerzokim naygirêt pyale
Jyan le dûrît hemûy xeyale
Dunya bebê to pêkî betale

Mêz û perdax û pyale bişkênin
Bes dilî yarim lê merencênin
Saqî şerabit kelletezên bê
Wekû maçî yar ba xemrewên bê
Ewane lêre şerab enoşin
Pyale lêk eden mest û serxoşin
Bo xoşî dêne meyxane carcar
Nîye le derd û xemî dûrî yar

Serim sermestî ’eşqî ew bibû
Destim hogrî pyale û mey bibû
Caran serxoşî çarey dilim bû
Mey wekû hawrê her legelim bû
Yar bo torawe rasim pê bêjin
Şerab û badem le des birêjin
Şerab û bade waz lê ehênim
Be dîdarî ew tasem eşkênim

Ebme tewbekar, min tewbe ekem
Terkî şerab û meyxane ekem
Lemşew bedwawe bade herame
Rêgay ’eşqî to takerêgame
Eger serê ba le malî çolim
Bermalêk dênim eygirme kolim
Şerab û bade waz lê ehênim
Be dîdarî ew tasem eşkênim