Azad Qaradaghi

Her Dejîm

By: Azad Qaradaghi
Dialect: Sorani
374
Her dejîm û serbilindim taku rojî mirdinim
Min be pêwe gyan edem qet nakewm bo dujminim
Min leser bistûy jyana konedarim nanewm
Min qelay erkim be topî rûs û ’usman nakewm

Ger tewawî tarupoy jînim leberyek helbirî
Cergî xom û lawekanim her wekû gurg heldirî
Ger be xwênî cergî xom sûrî bikem min dîmenim
Milkeçit nabim debê bimrî be mergit pêkenim

Ger mindal û dayk û babim to bixeyte naw kilit
Şerte axêkîş nekêşim dax binême ser dilit
Min degel to dujminî kurd her serî cengim heye
Taku serkewtin beşer dêm qesd û ahengim heye

Honrawe: resûl kerîmî (sûtaw)