
Witim silaw xaloy cûtyar
Bo wa xembar û destew’ejno le sêberî pîredara danîştûy?
Boçî zewîyeket nakêlî? xo werzî kêlan hatuwe!
Witî role gyan nawêrim!
Destim têy naçê bîkêlim
Na na na... naykêlim!
Elêm newek le jêr kêlgekey minîşda gorêkî be komel hebê
Êsk û piruskyan bişêlim
Na na na... role naykêlim!
Le kurdistan gundêk nîye
Şarêk nîye
Şaroçkeyek, binar şax û berdêk nîye
Xwênî leser nerêjra bêt
Pêşmergey tya necenga bêt
Goristanêk nayete rêt sedan şehîdî em gele be xakekey nespêrdira bêt
Her bistêkî em xake pîrozey kurdan renge gorî korpeyekî bêtawan bêt
Jêr her koşk û telarêkîş
Her deştayî û binar şaxêkîş
Pir le term û êsk û piruskî wird bê
Renge gorêkî be komelî kurd bê
Renge gorêkî be komelî kurd bê