Wa sî sale nîştîmanim pir azare û azarekey nabrêtewe
Be dest dost û dujminanî bibînin çon etlêtewe
Wa sî sale merg û koçî azîzanî eytasênê
Rojê nîye firmêskî xem bo seferyan newarênê
Min dilnyam rojê her dê bawşî em nîştîmane
Bo xemxoranî walaye û le zolekurd peşîmane
Rojê be nawî azadî ya firîwî dîmukirasî
Rojê mijdey mafî mirov, rojê xewnî serbexoyî
Emane gişt diroyek bûn le êsta û le rabirdûda
Herçî dizî û talanîş bû her be nawî towe dekira
Min dilnyam rojê her dê bawşî em nîştîmane
Bo xemxoranî walaye û le zolekurd peşîmane
Rojê nîye daxêk nenên be dilî pir azarîyewe
Em nîştîmane bedbexte xem le yexey nabêtewe
Rojê derbar, rojê xa’în, le to deken be şorişgêr!
Ewaney ke şaystet bin be zîndûyî deyxene gor
Herçende to nîgeranî, ewan mestî pare û kursîn
Bêbak lewey herac dekirêy, her xerîkî helperistîn
Min dilnyam rojê her dê bawşî em nîştîmane
Bo xemxoranî walaye û le zolekurd peşîmane