Zahir Jalal

Beyanît Baş

By: Zahir Jalal
Dialect: Sorani
259
Beyanît baş xoşewîstim şeqam bonî toy girtuwe
Xor pirşingî zêrînî xoy le cwanîy to wergirtuwe

Beyanît baş xoşewîstim şar be towe gulistane
Hemû temen legel toda wek beheşte em jyane

Beyanît baş xoşewîstim perî asa cwane şêwet
Tenha her karî yezdane nexşî kat ew dem û lîwet

Beyanît baş xoşewîstim toy umêdî hemû jînim
Pîrî meyxane be halim herke rojê to nebînim

Ke ruxsarî to debînim legel sirwey beyana
Delêy pepûley ’eşqe defrê be nax asmana