Amin Gardiglani

Razî Dil

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
158
Aşqim min, aşqêkî tasebar û dilpirim
Şaxî azare derûnî pir le firmêsk û girim
Min melêkî mat û dilmirdûy xezan bûm, eşqî to
Hêz û tînî da be balim ta berew jîn helfirim
Şoxî terpoşî behar’asay le payîzî mina
Gulbizey lêwit geşey xistote naxî pir girim
Bejnî sewzî to beharî eşq û hest û cwanîye
Boye dexwazim ewîndarane çawit têbirim
Tawî kulme û tale tîşkî rût ke depjênî le rûm
Sarde werzim ladeçê, dejyêtewe cestey sirim
Tîşkî eşqî da le çawim xorî kezyet derkewt
Roşnîy hawîşte şewgarî dilî mat û kirim
Eşqî sewzit rohî tasandim, zimanim çû le go
Boye natwanim be dil razî dilit bo derbirim