Uncategorized

Şay Wilat - Zanyar Behramî

By: Uncategorized
Dialect: Sorani
115
Şay wilat

Eger şay wilatêk bayem
Wêneyekî rûmetî tom, ekirdih alay nîştiman
Henasetim ekirdih ba û alakem pê da’eşekand
Eger şay wilatêk bayem
Dengî nask û nyanî tom ekirdih sirûdî nîştiman
Çawtim ekirdih namûsî wilat û xwênî dinyam bo erjand
Eger şay wilatêk bayem
Dilî tom ekirdih qela û dijêkî berzî nîştiman
Sîngitim ekirdih senger û xelkim têda heşar edan
Eger şay wilatêk bayem
Tom ekirdih butih ‌gewrekey wilat û
Çî gyandar hebû lih dinya, botim ekirdin bih fîda
Xoşim ebûm bih pêşmerge û ta dwahemîn çorî xwênim, bo parastinit gyanim eda...
Honrawe: mes’eb nadrî