Amin Gardiglani

Dersî Rûnakî

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
103
Rojî zanîn û ewîne û yadî mamosta dekem
Gyan û dil têkel şepolî bawerî derya dekem

Min qutabîy mektebî tîşkim, qutabxanem hetaw
Dersî rûnakî dexwênim, ser fîday ala dekem

Pencekanim debne hêlaney melî sewzî qelem
Helfirîn fêrî xeyalim bo hemû dinya, dekem

Razî çawî rûnî kanî û xakî tînû fêr debim
Çeşnî şetlî şilkî ser dêrawî jîn bala dekem

Guluşey ser pelkî kulmî sûregul dexwênmewe
Sirwe asa baweşim bo baxî gul wala dekem

Deçme ber nûrî huzûrî sewzî mamosta û delêm:
Min le tavgey tîşkî zanînit be ser dilda dekem

Destî to mê’racî heste û xore bîrî roşinit
Her le çawî to çiray rêtarî jîn dawa dekem

Gişt beyanêkim be zerdey to şewî reş ladeçê
Boye xor her katê heldê yadî mamosta dekem