Le dinyay ’aşiqîda kes wekû min çawerê nekira
Dilî hîç kes be qed min derd û daxî bo berê nekira
Witit: rojêkî dêm biskim le estot tund dekem, şêtî!
Sipî bû çawî em şête û be destî to temê nekira
Le rêta kewtibûm û pêm negîra çakî dawênit
Leber bê hêzî destim çawerêy çiqlêkî lê nekira
Le ser to bû be qurgimda kira zûxawî gişt daxê
Belam defrî dilim çorê şerabî ’eşqî tê nekira
Jyanim sirweyek bû hat û çû, lêy cê nema tozê
Temen rabird û rohim mird , ewey bo dil debê nekira
Derimhêna gilênem, çawî xom cût kird leber pêta
Serim tozî le ser nîşt û çelê çawim le pê nekira!
Ke rûtim dî bizem hatê belam lêwit nepşikûtin
Bizem seyre le ser hestit wekû bawêşkî pê nekira!
Wişk bûm û le çawerwanîya royî hemû jînim
Le dinyay ’aşiqîda kes wekû min çawerê nekira