Amin Gardiglani

Rûnakî

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
94
Ta dilî ême le sayey hunerê rûnake
Şewî awatî hemû xem le berê rûnake

Weşewarey dekewê çawî zeman zor bê nûr
Ta jyan pir le şewe û çermeserê, rûnake

Takû baxî gulehîwaye hebê û tînû bê
Çawî esrînî hemû derbederê rûnake

Besye reşbînî temî xem le dilit derbawê
Kanî firmêskî le qur dêtederê, rûnake

Denke barane le nêw rohî reşî hewraye
Boxemî pîrezewî dadewerê, rûnake

Xor ke bomaçî zewî danegerê naşliwê
Maçî estêre bika her le serê, rûnake

Mangî rût cûte le bin dû pele hewrî reşda
Be nîgay xorî me heryek le berê rûnake

Çaw le min dagrî çawit be geşî heldênî
Takû estêre mijolî delerê, rûnake