Smayil Agha Chawgali

Weten - Bê Mosîqa

By: Smayil Agha Chawgali
Dialect: Sorani
219
Şewî tarîke lêm şêwawe rêga
Beyanî hat û zorî mawe rêga
Jyanî min wekû ewşo ûەایە
Bo her kwênê derom besrawe rêga
Weten gyan û dilî daye
Weten deynit le milmaye
Serî bê nirx û bê maye
Le pênawî wetendaye

Gelarêzan gulî baxî be ba da
Beharî dî ke dê ew daxe laba
Henasey baxewanî pîre deykut
Wey hezaran xozge jînî min weha ba
Ay hezaran xozge jînî min weha ba
Weten dêwanekey xotim
Weten xakî ber pêtim
Eger bêt û qebûlim key
Be dil serbazî ser rêtim
Cigersûtawî lawanî
Be bê mal û be bê cêtim
Le baxî ’îşqî mîlletda
Fîdakarî nekem şêtim

Mafî xome lêm gerên ba her weha bêçare bim
Mexserey dom û duracî em ser û ew xware bim
Memkene bermûr le berçawan be deng û basewe
Ba wepişt gwêm xen cewanan, lêm gerên ba gware bim
Şerte razî ’îşqî xom her helgirim ta mirdinim
Ba le qebrîşda emin sendûqî ew esrare bim

Çiley zistanî kwêstane û kiçî kêw
Depoşê bejin û balakey be çarşêw
Min eyzanim çi sîhrêke eger bê û
Le dirzî perdewe derxa bizey lêw

Weten hoy jîn û jîwar
Weten bot demirim ewcar
Weten qewm û kes û kar

Gerdûn deyewê wîstî dilim kem kemewe
Lawî ke emanet bû le lam bîdemewe, bîdemewe
Heyhate le em wîste ke bîstim deyewê
Ahengî melî dil le gulim dûr xemewe
Azîz çawim ke wekû hacî le dewrî qed û çaw dexulayewe
Êstake çuwete jêr temewe
Serçî keçî her merkezî awatî dile
Dêwaneye be şwênî hewalî şemewe
Ew dil ke mekoy ’îşq û ewîn bû caran
Azîz azîz
Wek bendî denalênê be qemçî xemewe
Gwêm hêşta le gwêy dê kizegryanî be dil
Yay zîne denalênê be yadî memewe
Pîrîme gurey dê û keçî min her be temam
Carêkî dîke dengî bibîstim lay çemewe
Pêm waye girew bû demî lawîm û esef
Ey azîz
Dorawe, be xway taze çilon bîbemewe?

Zewî êsta le rûy heldê bida sûr?
Nerûxa asmanî pîrî piştikûr?
Ke somayî le çaw bawkan birawe
Ay berokî pîredaykan dadrawe
Weten gyan û dilî daye
Weten deynit le milmaye
Serî bê nirx û bê maye
Le pênawî wetendaye

Ax deba baş têbga ew dujminî pest
Rewez wird nakirê hergîz be dardest
Debê kund her berew wêrane bifrê
Heloş lew şaxe serberzane nebrê
Weten dêwanekey xotim
Weten min xakî ber pêtim
Eger bêm û to qebûlî key
Be dil serbazî ser rêtim
Cigersûtawî lawanî be bê mal û be bê cêtim
Le baxî ’îşqî mîlletda fîdakarî nekem şêtim
Honrawe: qani’, şerîf husên penahî, seyd kamîl îmamî, aso, hêmin