Erê şîrînî delêy qendawî
Mange heldê le sawî
Wexte bimirim le tawî
Ca giriftarim be dawî
Esîrim pabendî wîm nawêrim bîlêm nawî
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekanî
Ca delêm bimdeye maçêk beyn û beynella cwanî
Erê ’entîke û mezedarî
Ca delêy birnûy sewarî
Be rohî babeqetarî
Demit xunçey xendane têyda dû rêz mirwarî
Çi xetayêk rûydawe beynêke lêm lûtxiwarî
Kîje kurdey mukiryan çende nask û nazdarî
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekey
Erê destim nebirduwe hey bo şemamekey
Erê bo şemamekey
Erê çawî lêle bo xewê
Nehlet lew dilem nasrewê
Barîkey xasekewê
Awedan bê hengewê
Barîkey şil û şewê
Yek be dilî xom xoş dewê
Şertim kirduwe deyhênim nemmênê nanî şewê
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekanî
Ca delêm bimdeye maçêk pir be dilî min cwanî
Erê maşella cwanî
Erê rawesta le derwaze
Çawî şehên û baze
Kar le karê tiraza
Xembarim bê endaze
Ca deber ew sînget demirim her delêy kanî û hewze
Sablaxî leser gêrim heta ser pirdî taze
Nawêrim nêwî bênim tozkêk*? bê mecaze
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey gwarekey
Erê destim nebirduwe hey bo şemamekey
Erê bo şemamekey
Erê hemirim çawekem yare
Zêrî hejde ’eyare
Gelî dost û biraderan tegbîr biken lew kare
Babî zîndanî kirduwe dewrî sîmî xardare
Nawêrê bête jwanê post û qerawil dyare
Yaxuda agadarî bê sed car ew şêxey byare
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey gwarekey
Erê destim nebirduwe hey bo şemamekey
Erê bo şemamekey
Erê nêwan mangî beharan wextî xêl berewjûran
Le harey awheldêrî kwêstanî sersinûran
Wirşey bazne û pawane xirmey gware û bermûran
Taqekîjêy êlatyan le nêw gulalesûran
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekanî
Hey delêm bimdeye maçêk pir be dilî min cwanî
Erê maşella cwanî
Erê sîngit texte bo lawan
Qurîngêy ser kanî û awan
Wexte bimirim le tawan
Kurte nazdarey bawan
Lêrerat deser gêrim ta sehend û solawan
Taze meylit ber nadem şerte be şertî pyawan
Ser û malim defroşim belkû helênî çawan
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekanî
Ca delêm bimdeye maçêk beyn û beynella cwanî
Erê maşella cwanî
Erê ca kelegetey çawşehên
*?
Be maçêkit herzane serdeşt û dirbike û lawên
Maçêkim lê birdewe be girew û çolemişkên
Şew direnge bo cêjwanê ser betaley*? mil be kwên
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekey
Erê destim nebirduwe hey bo şemamekey
Erê bo şemamekey
Erê sîngit textî nerdênê
Tawse xo delengênê
Şil debestê piştênê
Ger benewşey dadênê*?
Heqye zîz bê û nemdiwênê
Ca deber ew çawey demirim car care helîdênê
Ew bermûrey çen sexte kwêr bim memkî dêşênê
Ho xirînge xirînge xirînge xirîngey baznekey
Erê destim nebirduwe hey bo şemamekey
Erê bo şemamekey
*?= ew beşaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas