Xoşewîstim
Zor lemêje tasey dûrît wek dlopê firmêsk lenaw gilêney çawma qetîs mawe
Hewrî azar beser kêlgey tînûy
Dilma pirçî reşî xem û zûxawî helawe
Xoşewîstim
Tasey dûrît bû be tifeng
Destî le mil çiya kird û nehatewe
Tasey dûrît bû be xeyal
Royî dergay sinûrekan bikatewe
Tasey dûrît bû be helac
Sêdarey kird be cêjwanî dildarî û maç
Xoşewîstim
Le nêwanî min û toda deryay awir şepol eda
Sinûr wek seg elûrênê qep be pajney qaça eka
Hengaw be hengaw têmane
Belam min ew ewîndarem le naw xwêna ejîmewe
Şeqlî sinûryan eşkênim be heyran siyaçemane
Xoşewîstim
Basî dildarî min û to dinyay girt û hêşta ême leyek dûrîn
Basî dildarî min û to çawî mêjûy kirde kanî firmêsk û xwên
Hêşta ême sede û sal û mang ejmêrîn
Xoşewîstim
To rê kewe min hewl edem ba be yektir bgeynewe
To bangim ke min pirbe dem hawar ekem
Welam yektir bideynewe
Qef qef zencîr sinûrekan bipiçrîn û ew hêlane şêwaweman bikeynewe be Kurdistan
Ew hêlane şêwaweman bikeynewe be nîştîman