Barham Hasan

Çon Dilim Dêt

By: Barham Hasan
Dialect: Sorani
59
Çon dilim bênê lêt dûr kewmewe
Xemî çen salem çon bîr bermewe
Rencî çen salem çon bîr bermewe
Ay çon bîr bermewe

Kizey gerdelûl şewî cêjwanim
Gulî umêdî lê helweranim
Çon roşin bikem şewanî dûrîm
Be hîç nîgayek naye sebûrîm
Ay naye sebûrîm

Îtir le dway to kê azîzim bê
Kê xemxorekey hest û sozim bê
Çon berayî bê em cûte çawe
Helbê û birwanê be rûy dinyawe

Ta key çawerwan mijdey awat bîn
Peyman nebestîn dûr û xemnak bîn
Heryek le layek roj bikeynewe
Be wêlî bimrîn negerêynewe ay negerêynewe

Ba herdû be cût rêgayek bigîrîn
Xem becê bêlîn firmêsk bisrîn
Des le umêd û hîwa bernedeyn
Bo yek dilsoz bîn be amanc egeyn
Ay be amanc egeyn