Sherko Bekas

Şehîdan Dergaman Lê Nakenewe

By: Sherko Bekas
Dialect: Sorani
1061
Şehîdan dergaman lê nakenewe
Hemû salê
Le yadî şekiraw xwardinewey raperîn û azadîya
Qurbanîyekan yeke yeke be xoyan û gulî jaley ser singyan û
Baweşî pir’estêrewe egerênewe bo malê.

Salî yekem şarekeman cimey ehat
Le cirîwey xemî sûr û
Leber baweşpyakirdin û maçî ewan
Leber hat û çoy pepûle û
Leber xonîşandanî hezaran gulehêro û dar’erxewan
Leber qirîwey birîn û têkrijanî darhenar û gêlasekan
Şeqamekan henaseyan bo ne’edra
Zor gorepan
Wextê hewayan lêbra
Bûranewe
Zor newnemam her bûn be jêr dest û pêwe
Leber şehîd
Zîndû rêgey nebû derçê
Çayxanekan
Leber camane û tezbîh û qemseley zeytûnîy ewan
Yek kursî çolyan tya nema
Berdemî emne sûreke etut şefeq tya rijawe
Al eçuwewe
Leber sirûdî ey reqîb
Herçî goranî xezele dyar nemabûn

Salî dûhem
Geranewey qurbanîyekan
Wek hatnewey hacî leq leq
Yan geranewey honrawey pênc xiştekî
Kem bûnewe

Salî sêhem û çwarem û berew jûrtir
Şeqam çol û bazar çol û çayxane çol
Geranewey birînekan
Wekû pepûslêmanke kem ebînran
Her be name le êmeyan epirsîyewe
Eyannûsî: bo bêynewe?
Leber kopî kirdinewey serman û
Leber tezwîrî dengiman û
Têkelbûnî çawî ême û çawî gurg û gorînewey destî ême û destî kursî legel yeka
Bo bêynewe?
Boçî leber ’eleşîşî boynbaxî sûr le mil û
Leber fîzî keleşêrî şebqe beser
Leber tawsî pirgîvî
Lexobayî telarekan
Rê ber çoleke û rîşoley
Xanuwe qurekan ekewê?
Boçî leber rîzî ’ilûc
Rê ber şehîdan ekewê?

Wa êstakeş
Min xom eçim
Be miştekoley qesîdem yeke yeke
Le dergay xwênyan edem û
Be denûkî wişekanim
Le şûşey pencerey zamyan
Belam kesyan naykenewe
Min terîq terîq ebmewe
Lem dîwewe xom gwêm lêye
Ew denge baş enasmewe
Her dengî şehîd xoyetî
Wextê elê:
Ew dergaye mekenewe û
Pêyan bilên:
Lêre nîye...